Berya Pessoa bixwînim, li kîjan gotina wî rast dihatim bi awayekî efsûnî min xwe tê de didît. Piştî min nas kir, bala min kişand, em pir dişibin hev.
Fernando Pessoa şair û nûserekî Portugalî ye. Ecêb e, vê demê cîranekî min ê Portugalî heye û nêzîkatîya min ji wî dîtîye, heya niha min ji tu cîranê xwe nedîtîye.
Pessoa tenê jîyaye. Bi min re jî meyleke xurt ya tenêtîyê heye. Ger mirov ne bê pêşbiryar, pir fireh û rengîn bin, bala min nakêşin. Pirî caran hesteke sarbûna ji mirovan xwe li hebûna min dipêçe.
Destpêkê di bin bandora bayê “saudosismo” (hesreta berê) de ye. Piştre tevlî tevgera futurîst dibe û wêjeya pêşeng bi navê “paulismo” ya Portugalê dide destpêkirin. Berovajî tê zenkirin, hevgirîyeke mudhîş. Bê jiyîna kevneşopîyê, têgihîştina demborîyê, avakirina dahatûyê ne pêkan e. Mirovê weset guherînê, di hinek deman de çûyîna alîyên dijî hev, hevnegirtin û nakokî dibîne, di asêbûn û heftê salîyê de dubarekirina jiberên heft salîyê, meharet û keramet dihesibîne.
Û li wêrekîyê binêrin! Lêgerîna hestkirina her tiştî bi her awayê pêkan. Berya salan min wiha nivîsîbû: Tişta mirov di temenê xwe de carekê jî neke, divê carekê be jî bifikire.
Hinek not hene wek bizr û dendikên darên mezin in. Çawa demekê ji bo bibe şifreya tiştên min dîtin û derbaskirin, ev hevok: Ya pêwîst bû we do bikira, ku hûn ê sibê bikin, ez îro dibêjim.
Pessoa bavê xwe zû winda dike. Dema bavê min ê 1905an de ji dayik bûbû di 1995an de çû ser dilovanîya xwedê, ez li dibistana seretayî bûm. Ev yek ji girêkên herî giring ya xwebûn, serxwebûn û pêkhatina kesayeta mirovî ye.
Di temenekî biçûk de diçe Efrîkaya başûr ku zimanê Ingilîzî lê serdest bû û heya 17 salî vedigere Lîzbonê, di atmosfera Ingilîzî de dijî. Mîna pirî zarokên Kurd, têkilîya min a bi Tirkî re jî serpêhatîyeke wek wê ye. Bi ferqekê: Berê Tirkî li qutkirina ji Kurdî ye. Dîsa jî dema dibistana seretayî pola yekê min dît mielimên me bi Kurdî nizanin, fikirîm ku ew jî berê wek me bi Kurdî diaxivîn û her ku xwendin ji bîr kirin. Min wiha soz da xwe: “Qey mirov çiqas dixwînin Kurdî ji bîr dikin, ez çiqas bixwînim bila be, dîsa jî dê Kurdî ji bîr nekim.” Dema wî şagirtê dibistana seretayî bi bîra min tê, pê şanazîyê dikim.
Di serberhema xwe ya bi navê Pirtûka Nearamîyê, ku 47 sal piştî mirina wî derdikeve holê û dibe yek ji berhemên wêjeyî ya herî giring di sedsala bîstî de, wiha dibêje: “Bê ku tu tiştî cidî bigre, ji bilî hestên me divê em ji bîra xwe dernexin ku ji rastbûna tu tiştî nikarin ewle bibin.” Ji van hevokan dîyar e, jîyanê zêde mezin nake. Jixwe ne pêvajoyeke mezinkirinê ye ev jîyana kurt. Lê em zêde mezin dikin, hevdu difetisînin. Ji van risteyan pir hez dikim: “Me çiqas li xwe giran kir / Tev jîyanek e / Em ê bijîn û biçin. / Me çiqas li xwe teng kir / Tev cîhanek e / Em ê bigerin û biçin.”
Pessoa nêrîna mirov-navend (mirovsentrîk), bi awayekî din “perestina mirov” dibîne û dibêje mirov wek cûreyekî heywanan ji têgeheke besît û biyolojik ne wêdetir e, ji ber vê yekê ji heywanekê bêtir perestinê heq nake. Ji vî alî ve kulta mirovahîyê weke nûbûna dînên antîk dibîne ku heywan xwedê dihatin dîtin û serê xwedayan wek heywanan dihat teswîrkirin.
Ne pêkan e tevlî wî nebim, wek yekî di nav çandeke ji mirov re dibêje “eşrefê mexlûqat” û pê bawer dike her tişt ji bo mirov hatîye afirandin de çavê xwe vekirîye û niha ewqas ji têgihîştina mirovsentrîk dûr ketîye.
Ger em kîtabî bifikirin, mirov herî zêde ehsenî teqwîm e, lê derewa kê be, ne eşrefê mexlûqat e. Qet! Çandeke vê vayrosê ji hişmendîya xwe neavêje, wê dawîya dawî zirarê bide ruhberên din, sirûştê, çem û roban û deryayan. Hezar sal e em tecrûbe dikin, têgihîştina antropomorfîk ya xwedê, ji vê birînê re nabe derman.
Meqseda min ne çêkirina hemanîyekê (îdentîk) bi Pessoa re ye. Zêde melankolî û pir pesîmîst e bi ya min. Lê frekanseke baş e. Mîna Nîetzsche. Mîna Cîoran. Jîrên sînyalên xurt dişînin gerdûnê. Hostayên peyvê. Xweşbêj. Nêçîrvanên wateyê. Hem felsefî, hem estetîk, hem jî bengîn û azad.
Hê ku bi hev re derketin rê, wê dirêj bibe biçe. Pessoa xweşheval e. Berya salan dema min xwendibû, min jê hezkiribû: “Xwedê delal e, ji delalîyê hez dike” û “Xwedê delal e, ya ne delal qebûl nake.” Te jî welê nedigot Pessoa: “Ruhê me encex bi kêrî temaşeya jiyanê bi çavê estetîkê tê.”