The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
The Hall KurdîThe Hall Kurdî
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 11»Siyaseta Îngilîstanê û Pêşeroja Kurdan Li Vî Welatî
Hejmar 11

Siyaseta Îngilîstanê û Pêşeroja Kurdan Li Vî Welatî

Erol BaşakBy Erol Başak01/11/2022Updated:07/11/2022Şîrove tune ye6 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Li Îngilîstanê di nava 3 mehan de 2 car Serokwezîr guherî. Piştî Boris Johson di meha 7an de îstîfa kiribû, Wezîra wî ya Karên Derve Liz Truss di Îlonê de wek serokwezîra nû hatibû hilbijartin. Lê biryarên wê yên di aboriyê de û kêmkirina bacan nirxê Sterlînê -pereyê Îngilîstanê- daxist. Têkoşîna bi enflasyonê re jî bi kêr nehat. Ji ber rexne û nerazîbûnan Liz Truss piştî 45 rojan mecbûr ma ku îstîfa bike.

Li Îngilîstanê li gor qanûna hilbijartinê serokê/a partiya ku hilbijartinê qezenç dike dibe serokwezîr. Mafê partiyê heye ku heya hilbijartina bê, li desthilatê bimîne. Heke serokwezîr îstîfa bike hikûmet hilnaweşe, lewra serokwezîr ji serokatiyê partiyê îstîfa dike û ew dikarin parlementerekî nû wek serok hilbijêrin û bikin serokwezîr. Li gor vê qaîdeyê Rishi Sunak di nava partiyê de piştgriya zêdetirî 100 parlamenteran wergirt û bû serokê partiyê û herwiha serokwezîrê nû yê Îngilîstanê.

Partiya desthilatdar Conservative heya sala 2025an çiqas bixwaze dikare serokê xwe biguherîne û serokwezîrên nû hilbijêre. Lewra ew naxwazin hilbijartina pêşwext ragihînin. Anketên ku niha tên kirin nîşan dide ku heke îro hilbijartinek çêbe, Partiya Karkeran, Labour, dê bibe desthilat.

RISHI SUNAK: YEKEM SEROKWEZÎRÊ ASYAYÎ

Li Brîtanyayê yekem care kesek ku ji penabertiyê tê dibe serokwezîr. Rishi Sunak herwiha bi 42 saliya xwe yek ji ciwantirîn serokwezîr e.  Vaye hin agahî derheqê wî de.

Îsal du caran kete rikberiyê axir bi ser ket

Ew di Îlonê de li hember Liz Truss têk çû, lê Trussê jî şeş hefte şûnda îstifa kir. Di pêşbirka serokatiyê ya herî dawî de, birêz Sunak zûka piştgirîya hevalên xwe yên parlamenter wergirt. Ji bo ku bikare bibe namzet piştevaniya 100 parlamenteran hewce bû. Wî di nava 2 rojan de gihişt hejmara 100î. Di nav wan kesan de parlamenterên ku berê piştgirî dabûn Truss û Boris Johnson jî hebûn.

Wî ‘pêşbînî kir’ ku bi Truss re pirsgirêkên darayî werin

Wî di dema pêşbaziya rêberiyê ya berê de bi serokwezîra berê re pev çûbû, îdia kiribû ku plana wê ya deynkirina diravan di dema qeyranek enflasyonê de xewndîtin e, çare nine û dê aboriyê bixe nav kaosê.

Dê û Bavê wî Penaber Bûn

Dêûbavên wî ji rojhilatê Afrîkayê hatine Keyaniya Yekbûyî û her du jî bi eslê xwe Hindî ne. Birêz Sunak di sala 1980an de li Southamptonê ji dayik bûye, bavê wî li GPyê dixtor bû û diya wî jî dermanxaneyek dişûxiland. Ew niha bû yekem serokwezîrê Brîtanyayê ku bi eslê xwe ji Asyayê ye.

7 Salan Parlamenterî Kir

Birêz Sunak yekem car di sala 2015an de ji bo Richmond li bakurê Yorkshire wekî parlamenter hate hilbijartin. Lê zû hevraz bû û di Sibata 2020an de di hikûmeta Boris Johnsonî de bû wezîrê darayî, ango chancellor .

Di Heyama Covîdê De Wî Piştgriya Pereyê Da Xelkê

Wek chancellorê (wezîrê fînansê) Boris Jonson di dema qedexeya derketina derve de wî pereyên alîkariyê birêve bir. Mehaneyên kesên ku betal mabûn da razandin û  “Eat Out to Help Out” sepand. Li gor vê projeyê di heyama covîdê de gava qedexe rabûn ji bo piştgriya restaurantan bike, ji xelkê re got li derve bixwun ji sedî 50 erzan bixwun.

Ew Dewlemendtirîn Serokwezîr e Di Dîroka Brîtanyayê De

Jina wî Akshata Murthy, keça milyarderê Hindî Narayana Murthy ye. Birêz Sunak bi xwe ji bo bankeya veberhênanê Goldman Sachs û di du fonên hedge de xebitiye. The Sunday Times Rich List texmîn dike ku serweta van herdu hevseran bi qasî 730 mîlyon £ ye. Bi vê serwetê Malbata Sunak ji malbata Keyaniyê û Key Charles jî dewlemendtir e.

Ji Ber Bacnedayîna Jina Xwe Gelek Hate Rexnekirin

Di havînê de derket holê ku Akshata Murthy li ser dahatên mezin li derveyî welêt -ku qanûnî ne- bac nedaye Keyaniya Yekbûyî. Birêz Sunak berevaniya jina xwe kir û got “leke avêtina jina min ji bo ku min bixin tengasiyê ye, rezîlî ye”. Lê di dawiyê de Akshata Murthy qayîl bû ku dest bi dayîna baca zêde bike. Ji aliyê din ve derket holê dema Rishi Sunak Wezîrê fînansê bû Green Karta Amerîkî standiye ku dihêle ew bi domdarî li Amerîkayê bijî.

Wî Ji Bo Brexitê û Deregulasyonê Kampanya Kir

“Bender/lîmanên belaş” yek ji ramanên wî yên bijare yên demdirêj in: deverên nêzî benderan an balafirgehan ji bo teşwîqkirina bazirganiyê bêyî dayîna bacê dê bikarin tiştna  bînin û bişînin der welêt.

LABOUR PARTY HAZIRIYA DESTHILATÊ DIKE

Pisporên siyasetê dibêjin di nava Conservative Party de Rishi Sunak bihêztirîn namzet bû ji bo serokwezîriyê. Lê dîsa jî ji bo wî tê gotin ku nikare ji 6 mehan zêdetir di erkê de bimîne. Sedemên sereke aboriya nebaş û xirabûna hevgirtin û bihevrebûna di nava partiya wan de ye.

Ji aliyê din ve Labour Party amadehî ji bo desthilatê dike. Ankêt nîşan didin ku Labour Party gelek li pêş Conservative Partyê ye. Îro hilbijartin çêbe ew ê bibin îktîdar.

Di nava partiya Karkeran de Kurd gelek çalak in. Bi taybetî endamê meclîsa Şaredariya  Lambetha Londonê Councillor Ibrahim Dogus bi xebatên xwe balê dikşîne. Ew bixwe hêj di zaroktiya xwe de digel malbata xwe koçî Brîtanyayê kiriye. Çîroka wî ya ji penaberiyê heya Şaredariyê tijê zehmetî ye. Di 14 saliya xwe de dest bi xebatê dike. Karê wî yê yekem li restorantê firaqşûştin e. Lê niha ew bixwe xwediyê çend restorantan e û di siyasetê de jî gelek çalak e. Serokê Partiya Labour Sir Keir Starmer dibêje çîroka Ibrahim Dogus rastî û serfiraziya Londonê ye.

Îro London bi penaberan bi pêş dikeve. Şaredarê Londonê Sadiq Khan xelkê Pakistanê ye. Û Labour Party jî dê bi piştgriya penaberan bibe desthilatdar. Ibrahim Dogus bi SME4Labourê hemû pêkhateyên li Londonê lihev dicivîne. 31ê cotmehê de galaya SME4Labour hate kirin. SME, Small and Medium sized Enterprises, tê wateya Karpêkhêniyên (teşebbûs) Piçûk û Gir. Damezrînerê vê projeyê Ibrahim Dogus e. SME4Labour Îsal cara 5an hate li dar xistin.

Ibrahim Dogus ji bo sedema avakirina platforma SME4Labour wiha dibêje: Me SME4Labour ji ber du sedemên sereke damezrand: yek, ji bo pêşketina Pargîdaniyên Piçûk û Gir politikayên hewce bimeşînin. A diduyan, ji bo ku muteşebbîs, veberhêner û karsazan bînin nav malbata piştgirên labour Partiyê. Ew kar di van du salên borî de hêsantir bû digel Sir Keir Starmer, Rachel Reeves, Jonny Reynolds, Sadiq Khan û tîma mayî ya Labourê ku ew ji bo alîkarîdayîn û peştevaniya karsaziyê de berdewam in.

Serokê Partiya Labour Rt Hon Sir Keir Starmer di axaftina xwe ya wê şevê de wiha got:

“Wekî rêberê Partiya Labour, ez pabend im ku Partiya Karkeran bikim a herî piştevan ji karsazan re a heya niha. Ez argumana ji bo hevkariyek nû di navbera dewleteke çalak û karê veberhêner de dikim. Hikûmeta bê a Karkeran dê balê bikişîne ser çareserkirina newekhevî û neheqiyên kûr ên li seranserê welatê me. Em ê piştrast bikin ku karsazî dikare pêşde biçe û karên pêşerojê biafirîne û alîkariya her herêm û neteweyê bike ku pêşde biçin.”

2022 Erol Başak Hejmar 11 Îngilîstan London Mijdar Mijdar 2022 Rishi Sunak Sermawez 2022 Siyaset
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Nivîsên Têkildar

The Hall Kurdî 15 Derket

The Hall Kurdî 14 Derket

London Underground 160 saliya xwe pîroz dike

The Hall Kurdî 13 Derket

Add A Comment

Leave A Reply Cancel Reply

Hemû Hejmar

Hejmara 15. Daxe/Bixwîne

Hejmara 14. Daxe/Bixwîne

Hejmara 13. Daxe/Bixwîne

Hejmara 12. Daxe/Bixwîne

Hejmara 11. Daxe/Bixwîne

Hejmara 10. Daxe/Bixwîne

Hejmara 9. Daxe/Bixwîne

Hejmara 8. Daxe/Bixwîne

Hejmara 7. Daxe/Bixwîne

Hejmara 6. Daxe/Bixwîne

Hejmara 5. Daxe/Bixwîne

Hejmara 4. Daxe/Bixwîne

Hejmara 3. Daxe/Bixwîne

Hejmara 2. Daxe/Bixwîne

Hejmara 1. Daxe/Bixwîne

The Hall Kurdî
Facebook Twitter Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
    • Hejmar 1
    • Hejmar 2
    • Hejmar 3
    • Hejmar 4
    • Hejmar 5
    • Hejmar 6
    • Hejmar 7
    • Hejmar 8
    • Hejmar 9
    • Hejmar 10
    • Hejmar 11
    • Hejmar 12
    • Hejmar 13
    • Hejmar 14
    • Hejmar 15
  • Kunye
© 2023 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.