Mirovahîyê agir dît, xwarin pê çêkir, xwe germ kir di serma û seqemê de. Xiraban pê mal û mirov şewitandin. Ocax kor kirin.
Mirovahîyê kêr çêkir. Tiştên hişk pê jêkir, nêçîra xwe pê kir. Xirab û xêrnedîyan ew di sing û pişta mirovan de çikandin, pê xwîn rijandin.
Mirovahîyê dîwar lêkir, keleh çêkir. Diz û dagirkeran xwe di wan de parast û bi ser yên din de girtin, talan kirin mal û milkê wan. Kirin dewlemendî anîn li qesr û qonaxan xwarin.
Mirovahîyê peyker çêkir. Bi dirb û delalîya wan bîra xwe zindî kir. Bêmêjîyan ew kirin pût û perestina wan li ser yên din ferz kirin.
Mirovahîyê nivîs îcad kir. Bîra xwe pê parast, dîrok nivîsî. Derewkaran derewên xwe pê belavkirin.
Mirovahîyê pûl û pere çêkir, danûsitendina xwe bi lez û hêsan kir. Bazirganên xapînok pere ji pereyan çêkirin, çerxa bac û mêtingehîyê danîn.
Mirovahîyê keştî çêkir, çem û behr derbas kirin. Şûm û diz û fêlbazan bi ser girav û welatan de girtin wêran kirin.
Medyaya sosyal jî wisa ye. Derfeteke zêrîn e. Ji bo zêdekirina zanînê, ronakkirina hiş, naskirina hev. Lê ji fesad û fitnebazan re jî derfeta dezenformasyon û pêvedan û vereşînê ye.
Tu çi bikî wê xayîn û xirabmal tê de birîn. Her kes li gor cewhera xwe tevdigere. Mar û dûvpişk bi mirovan vedidin, hesp û çêlek mirovan xwedî dikin. Şêr serfiraz û sergevez in; rovî tim li pey fêl û fen û xapa ne. Teyr li asîmanên bilind û bêdawî difirin. Bilbil li ser şaxan dixwînin. Ker li erdê dizirin. Dil ji kêzik û kelmêşan dixele.
Dîroka mirovahîyê her ev e: çêkirin û xirabkirin. Çêker û xirabker. Piranî, xirabker in. Li cîhanê kevir bi milyonan hene, lê kevirên almast bi sedan in. Yên bi qedr û nirx tim kêm in. Li hember hezar kesî encex başek hebe. Ew jî di nav yên din de winda û biguman e. Gazî hişê xwe bike! Bila dûr neçe. Ew sed xirab û başek tev li derdora te ne. Bira, hezkirî, heval û nasên te ne. Lê tu jî mafdar î! Naskirin jî meharetek e. Kêm kes dikarin qenc û xiraban ji hev derxin.
Çêkirin zehmet e. Roj û meh û salan dixwaze. Zanînê dixwaze. Hez û hêz û hevkarîyê dixwaze. Dilsozîyê dixwaze. Kedê dixwaze. Lê xirabkirin? Dil û mêjîyekî sergo û çirav jê re bes e. Kêlîyek bes e. Gotinek bes e. Gumanek bes e.
Augustînûs bi sê-çar peyvan digot: “Rem viderunt, causam non viderunt” (Ya bû dîtin, ne sebebe wê). Lewma tê gotin: “Heger tu çîroka min nizanibî, nikarî min darizînî”. Çîrokzanîn ne kurtepist û fesadî û şimopivî ye.
Kes li xwe nanêre. Kes xwe nizane. Hê xwe nas nake, bi hêsanî mirovan nas dike û pênase dike! Îcar xwenasîn jî rêwîtîyeke heta dawîya temenê mirovî didome. Qey pêşîyan belasebeb gotine: “Heta xwe nas kir; emrê xwe xilas kir”. Û lê zêde kirine: “Xwenas, çêtir e ji mêrxas”. (Rast e; di gotina pêşîyan de ‘mêrê xwenas – mêrê mêrxas’ derbas dibe, min zayend notralîze kir) Pêşîyan evqas şîret li me kirine lê gotin bi sere me neketîye. Lewma ji bo me hê jî mêrxasî di ser xwenasîyê re ye.
Mirovên qenc û xwenas, xwedî pîvan û prensîb û rêbaz in. Nomosa wan heye. Ne di civatê de, di hişê xwe de jî şerma wan heye. Yên xirab û xwenezan bênomos in, bênamûs.
Ji Yûnana antîk û vir ve, 2500 sal in mirovahî peyva nomosê bi kar tîne. Ji sirûştê dizê, danûsitendinên civakê av dide. Lê kambax be! Nomos hatîye di nav me de li doxîn û navranê asê maye. Mêjî ji jor, daketîye jêr. Lewma derew, buxtan heta kuştin jî bi qasî kurtepista navranê bala vê civakê nakişîne.
Nomos zanîn û xwenasîn e. Ji hizirînê heta tevgerînê, pergal û prensîb in. Çêkirin û avakirin e. Zêrevanê aramîyê ye. Mirovahî bi nomosê dikare fitne û fesadîya xirabîyê sînordar bike û agirê wê bitefîne. Yan na wê ruhê xwe pûç, ocaxa xwe kor bike.
Berê digotin “Heya rastî rabe ser xwe, derew sê caran li dinyayê digere”. Sê car, di serdema dîjîtal de bûye sê milyon car. Serdema post-truth wê post-nomosê encam bide gelo? Belkî jî mirovahî êdî dikare xwe bikuje. Yan jî mirovahî ji zû de termekî genî ye li rojhilata navîn. Şeytanqûnî ye. Bi xêra medyaya sosyal bêhn dide, her bêhn dide. Darikê hewdelê pîsîya xwe tev dide.
Nêzîk bû, ya nêzîk dibe. Gava ew dem hat, wê ti tişt rê li ber negire. Îcar hûn heyirî dimînin! Ji xwe razî, her dikenin, qet nahizirin. Qiyamet hebe, têkçûna nomosê ye.
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol