James Webb teleskopa herî mezin û pêşketî ya cîhanê ye. Di 25ê Berfenbara 2021î de ji bo asîmanên kûr û tarî hat firandin. James Webb ji Hubblê 100 caran çêtir û pêşketîtir e. Ev teleskop wê bibe çavên me yên nû yên li fezayê. Dibe ku bi milyaran stêrk bi saya wê bên kifşkirin. Dibe ku temenê 15 milyar salî yê gerdûnê bi saya James Webbê çêtir were zanîn.
Mirovahî ji destpêka medeniyetê heta niha her tim li pey hebûna xwe bû. Meraq kir û ev meraqa xwe pêş ve bir. Bi sedan teleskop hatin çêkirin da ku feza baştir bê dîtin û zanîn. Ev teleskop her ku çû mezin bûn. Piştre ev teleskop hatin şandin fezayê. Niha bi dehan teleskop bûne çavên dinyayê û li kûrahiya gerdûnê digerin. Hubble ji bo gerdûnê bi serê xwe şoreşeke mezin bû. Lê James Webb jê jî pêşdetir e.
“Teleskopa herî pêşketî ya heta niha ye”
Navê teleskopê ji navê dîrektorê berê yê NASAyê James Edwin Webb tê. 15 dewlet piştgiriyê didin James Webb. Di çêkirina teleskopê de Jûra Feza û Asîmangeriya Neteweyî (NASA), Ajansa Fezayê ya Kanadayê (CSA) û Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) rola herî mezin lîstin.
James Webb zêdetir wê li ser avabûna gerdûnê bixebite û hûrgiliyan bişîne dinyayê. Çêbûna gerstêrkan, çêbûna stêrkan û gelek tiştên din ên di gerdûnê de hêj jî bala mirovahiyê dikişîne. Ev meraq, her ku teknolojî bi pêş ve diçe zêdetir dibe.
Ji bo ku em bizanin ev teleskop çiqas giring e divê em pêşiyê li zanebûna xwe ya heyî binêrin. Di salên 90î de mirovahî ji bo ku fezayê çêtir bizanibe, teleskopa Hubble şand fezayê. Ev yek, ji bo mirovahiyê gaveke şoreşî bû. Heta niha piraniya dîmenên fezayê, bi çavên Hubbleyê hatine ber me. Teleskopa Hubble li gorî teknolojiya berê çiqas pêşketî be jî îro têra zanebûn û lêkolînên mezin nake. Bi saya Hubbleyê mirovahî hîn bû ku mezinbûna gerdûnê ji texmînan wêdetir e.
Lê îro ev texmîn wê bi delîlên heyî piştrast bibe. Teleskopa James Webb êdî li gerdûnê çavê nû yê mirovahiyê ye. Ji bo ku em çêtir fam bikin em dikarin wisa muqayese bikin. Heke Hubble mercek be James Web mikroskop e.
James Webb wê çi bike?
James Webb bi spektrûma înfrared (tirêjên jêrsor) wê karibe dîmenên 3 alî yên gerdûnê çêbike. Ev dîmen wê bihêle em gerdûnê çêtir şirove bikin. Bi çavên xwe yên tûj James Webb dikare tirêjên bi milyar salên berê jî bigire. Îro bi milyaran stêrk hene ku temirî ne lê hêj roniya wan heye.
Ji bo ku em vê teleskopê baştir nas bikin divê em li wêneyên ku wê şandine binêrin.
NASAyê wêneyê wê li ser malpera xwe weşand û got “yekem wêneyê bi tirêjên jêrsor ên kûr û tûj.”
Di berdewamiya nivîsê de wiha hat gotin;
“Ev wêneyê balkêş û xweşik serkeftina teknîkî ya bêhempa temsîl dike. Lê ew di heman demê de serkeftina ecêb a mirovahiyê jî temsîl dike. Teknolojiya ku bi dehan salan destê zanyar û endezyaran lê ket îro bi wêneyekî kûr tê temsîlkirin.”
Teknolojiya pêşketî ya li ser teleskopê wê tevî tîrêjên jêrsor, temen û giraniya gerstêrkan jî bizanibe. Eynika li ser teleskopê bi zêr û berilyûmê hatiye biriqandin û dikare atmosfera gerstêrkên din jî tespît bike. Bi saya cîhazên hesas li gorî rewşa hewayê yan jî talûkeyên li fezayê teleskop her tim di hevsengiyê de dimîne.
Ev wêne ji bo ku em James Webb baş fam bikin mînakeke gelek serkeftî ye. Lewra di vî wêneyî de tirêjên ku xuya dikin ne stêrk an jî gerstêrk in ew bi temamî galaksî ne. Di her misqaleke van tirêjan de bi milyaran stêrk hene. Her yek ji wan bi qasî kadizê yan jî galaksiyên jê mezintir in. Ev bi tena serê xwe nîşan dide ku teleskopa James Webb dikare gerdûnê çiqas nêz bike.
Teleskopa James Webb çawa hat şandin?
Webb di nav roketekê de hat bicihkirin. Eynik û milên teleskopê piştî kontrolên bi salan wek otomotîk li fezayê vebûn. Eynik pêşî bû çar qatên li ser hev û paşê li fezayê ev perçe dîsa gihiştin hevdu.
Ji bo ku di rêwîtiya wê ya nepen de pirsgirêk dernekeve gelek ceribandin hatin kirin. Endezyaran bi salan lêkolîn kir û testên cîhazan kirin. Ji ber ku pirsgirêkek biçûk jî dikare hemû keda projeyê betal bike.
James Webb wê di rêgeha stêrkê de bizivire û em ê bi vê yekê re karibin dîmenên dûrtir ên gerdûnê bibînin. James Webb wê karibe 300 milyon saletirêjên berê bibîne. Herwiha wê ji 10 salan zêdetir li ser wezîfeya xwe be. Di van 10 salan de mirovahî dibe ku karibe çîroka 14 milyar salî ya gerdûnê hîn bibe.